Ronî War TÊL
Yazı Detayı
07 Eylül 2020 - Pazartesi 09:26
 
TÊL
Ronî War
 
 

Ez aniha ji serdana te vegeriyame û hatime li bexçeyê çayê rûniştime. Serê havînê ye. Îsal berî tî maye. Tîbûna wê kiriye ku zû kirasê zerik li xwe bike. Wekî zeriyek ku rih jê kişiyabe ewê aniha erda wê ji ber tavê biqelişe û ewê terkên fireh li ser sînga wê xwe bi cih bikin. Hema ji van girikên ku dişibin memikên keçikan û wê de tesîra sala xerab xuyanî dibe. Heta ku çav dibîne berî dihere.

Zarokiya te tê xwe li xeyalên min diqelibîne û dide pêşiya rewşa te ya îro. Xuyaye dixwaze ku ez wan rojan ji bîra kûr derxînim û bikim ku bi rûqalê dinyayê kevin.

Ez dinêrim tu bûyî lawikekî ku Kovara Girgir li ber e. Hem dixwîne hem jî xwarina xwe dixwe. Ev halê te derbas dibe. Dû re zarokekî şûm ku her kes hevza xwe jê dikin xuyanî dibe.
Ew jî dihere, îcar yekî henekçî û hîleçî xuyanî dibe.
Pir tişt xuyanî dibin û diherin.
Qey para xwe ji îro girtin û çûn.
Kî zane belkî ev dewr û dewran ne ecibandibin û xwe bera bîra xwe dabin.

Dawî tu dibî mamosteyekî ku hêviya xwe bi xwendekarên xwe ve girêdaye. Bi hêviya ku xwendekarê te wê sibê rabin hin derdan derman bikin, tu li wan miqateyî û tu dixwazî ew bixwînin. Hinek kes henekên xwe bi te dikin. Heyfa xwe li keda te tînin. Tu ji wan kesan re dibêjî, “ erê, ez diherim li ber dê û bavê wan digerim û wan tînim mala xwe. Ez bi teksiya xwe û tiştên din jî dixesirim û bi ser de ez dersê belaş rê wan didim. Rast e. Le ez pêşerojê bizar dikim. Tişta ku hûn nikarin fêm bikin ev e!”

Ew kesên din bi te dikenin û henekên xwe bi aqilê te dikin! 
Piştî zarokatiya te û wextê te yê bihurî êdî serpêhatiya te ya ku tu dibêjî, “ tam li gorî te ye” tê bîra min.

 

Tu li nexweşxaneya Amedê yî. Tu ji qirika xwe emeliyat bûyî. Divê heta çar rojan tu nepeyivî. Ku tu bipeyivî ewê têlên dengê te zerarê bibîne. Serûma te li ser piyê te ye. Tu telefona xwe dixî şarjê û tu fîşa wê dixî pirîzê. Yê li hinda te ye derdikeve ku cixareyekê bikşîne. Tu jî xwe dirêj dikî. Tu hê nuh xilmaş bûyî. Tu bi dengê telefona ku ji şarjê tê kişandin bi xwe dihesî. Tu dinerî ku yek dike telefona te bibe. Hema tu hişk bi piyê wî digrî û tu destê xwe yê din dike hutuk û tu dikî dawşînî yê diz, le mîrata serûmê nahêle! Di wê navberê de yê diz çi bibêje baş e?! Tew xwe naêşîne û dibêje, “ Abê dêdim ayixtiram!”

Tu xwe dixwî!

Tu tiliyê xwe li hev dixî ku nexweşê li ber pacê ye xwe bizîvirîne hêla te û bi we bihese. Lê nexweşê ku serê wî pêçayî ye bi ser kêlekê ve paldaye û di camê re li derve temaşe dike. Li we nanere.

Yê diz direve diçe.
Hevalê te hê nuh hatiye, tu jê re dinivîsî û tu defterê dirêjî wî dikî ku bixwîne.
Tîq tîqa wî ye bi te dikene û ew jî dinivîse, “ nexweşê li kêleka pacê kerr e û ji guhê xwe emeliyat bûye.”
Tu him dikenî û tu him jî dixeyidî. Tu ji hevalê xwe re dinivîsî, “ law tu çima dinivîsî kuro. Ez ne kerr im, law dengê te tê min.”
Hevalê te nema dizane bê ewê bibêje çi destê xwe bi henekan li ba dike û dibêje, “ de wê de lo kotiyê heram!”

Tu vana ji min re dinivîsî. Ez dikenim.
Û ez têm li hemberî beriya Mêrdînê rûdinem û li jêr dinerim. Heta binxetê xuyanî dibe!
Tu dîsa tê bîra min û ez dîsa dikenim!

 
Etiketler: TÊL,
Yorumlar
Haber Yazılımı