Darik

Min zanîbû ku cegera te ji pola ye, lê min nizanîbû ku sebra te wekî ya Eyibê kurma xwarî ye. Tu çawa dikarî ew qas xwe li ber tiştan ragirî? Tu vê bêhna xwe ya fireh ji ku tînî?

Nizanim! Tiştê ku ez pê dizanim, heger kî di dewsa te de bûya, niha sed carî gotiba, “gurm!” û teqiyaba. Tiştê ku ji min re hatiye gotin û heta niha me bihîstiye ev e: Xwedê her tiştî bi hev re nade kesî. Lê vaye daye te. Belê tu zilamekî heyf î. Hew ez û Xwedê dizanin bê tu çi dikşînî ji destê vana. Erê. Rast e. Ne tên xwarin û ne jî tên avêtin. Derd in derd!..

Tu xwe li yê ku ji te re dibêje, “na bavo lampeya te çar nimro ye, ma kî dikare bi te re têkeve qayişê?” digirî û tu diherî hinda wî. Tu carek din li wî guhdar dikî. Ez ne bawer im ku ji bo xatirê ez bi çavên xwe bibînim û bi guhên xwe bibihîzim tu wilo dikî. Heger wilo be, tu ji vir û heta mala Xwedê neheqiyê li min dikî. Çimkî ez bi te zanim û ne hewceye tiştekî din.

Gava ku yê te xwe lê girtiye û tu hatiye cem wî, vê peyva xwe dubare dike û dibêje, “na bavo lampeya te çar nimro ye, ma kî dikare bi te re têkeve qayişê?” Ez dibînim ku jinikeke navosere li ber ekrana televîzyonê sekiniye û tîq tîqa wê ye dikene. Hêsirên ku ji ber kenê wê ji kanîkên çavan herikîne paqij dike û ji hevala xwe re dibêje, “Hela tu ji bo qedrê Xwedê dikî lê binêr. Tu li wî û darikê di destê wî de ye binêre Xwehê. Hela binêr bê çawa radike, datîne û xwe jî pê re dihejîne. Niha jina wî jî dibêje, “Mêrekî min jî heye û dihere kar,” wey xweliya heft gundan li serê wê jinê be ku ji te re bibêje, “mêro.”

Yê ku jinika navosere pê dikeniya û henekê xwe bi wî û karê wî dikir şefê orkestrayê bû! Gava ku wî darik li ba dikir û orkestra pê îdare dikir, jinika navosere pê dikeniya û ew nedixist şûna zilaman!

Bi qasî ku jinik dikene û henekê xwe bi şef dike ew qasî jî gunehê te bi jinikê tê.

Belê min fêm kir bê tu dixwazî çi ji min re bibêjî.

Jixwe min ew li hemberî te wekî dîwarê ku bi hişkiberê hatibe lêkirin didîtin.

ADVERTİSEMENT

REPORT THİS AD

Tu dibînî ku derbê şûna xwe girt, tu me vedigerînî tînî hinda mêvanê xwe hecî Zulfîkar.

Xuyaye, rê mêvanên te bi ber xwe ve dikşîne. Doza çûnê li te dikin. Tu dixwazî hinekî din jî bimînin lê, Hecî Zufîkar dibêje, “ezê tiştekî din jî ji te re bibêjim û em ê rabin.” Bi hêviya ku tuyê tiştekî nuh bi dest bixî tu li hundirê çavên wî dinêrî û tu xwe didî benda gotina wî. Dibêje, “Binêr di vê dinyayê de heft tişt hene ku tu carî ew ji hev têr nabin. Ew jî ev in:

Mêr û jin ji hev têrnabin,

Mirî ji rehmê,

Çav ji nêrînê,

Erd ji baranê,

Guh ji deng,

Ziman ji peyvê têrnabin û daîm dixwazin. Axir tiştekî din jî heye niha nayê hişê min ez ê rojek din ji te re bibêjim.”

Dû re jî devliken dibêje, “em ê rabin.”

Tu dibêjî, “tu adetên me dizanî.”

Ew li te vedigerîne û dibêje, “adetên me jî hene ha birako.”

Tu dinêrî ku tuyê li xisarê bî. Çimkî ew ji te zanetir e. Tu wan jî bi rê dikî. Lê tu jî bi derbekê re winda dibî û tu min bi tena serê xwe dihêlî.

Dereng e divê ez jî rabim niha çavên zarokan li rêya min e.

# YAZARIN DİĞER YAZILARI

Yazar Ronî War - Mesaj Gönder


göndermek için kutuyu işaretleyin

Yorum yazarak Mardin Haber Gazetesi Topluluk Kuralları’nı kabul etmiş bulunuyor ve yorumunuzla ilgili doğrudan veya dolaylı tüm sorumluluğu tek başınıza üstleniyorsunuz. Yazılan yorumlardan Mardin Haber Gazetesi hiçbir şekilde sorumlu tutulamaz.

Haber ajansları tarafından servis edilen tüm haberler Mardin Haber Gazetesi editörlerinin hiçbir editöryel müdahalesi olmadan, ajans kanallarından geldiği şekliyle yayınlanmaktadır. Sitemize ajanslar üzerinden aktarılan haberlerin hukuki muhatabı Mardin Haber Gazetesi değil haberi geçen ajanstır.



Anket Mardin'in en Büyük sorunu nedir?
Tüm anketler